Pêlavên şahbanûya Fransî Marie Antoinette di mezadê de hatin firotin
Pêlavên Qralîçeya Fransa Marie Antoinette di mezadekê de li Parîsê bi 40 hezar Euroyî hatin firotin. Dirêjiya pêlavên spî 22.5 santîm e û sêyeka wê bi hevrîşim û pişta wê jî ji çermê bizinê hatiye çêkirin. Tê bawer kirin ku xizmetkara şahbanûyê pêlav daye hevala xwe û piştî mirina wê malbata wê ji dawiya sedsala 18-an vir ve ew pêlav girtiye.