Şîrketa îtalî "Pagani" bi hevkariya "Airbus" yekem balafira rêwiyan bi banê "şefaf" dîzayn kir ku rê dide rêwiyan di dema firîna xwe de ji dîtina asîman û ewran kêfê bibînin.
Balafira bi navê "infinito" tê payîn ku ji 100 milyon dolarî zêdetir bigihêje.
Di balafirê de tenê heşt kes tê de cih digirin û gelek taybetmendî hene wek jûreyek xwarinê ya tije, kursiyên çerm ên şêrîn, û her weha serşokek û nivînên razanê.
Damezrênerê Pagani Horacio Pagani got sêwiranerên balafirê ji berhemên hunerî yê hunermendê navdar ê Îtalî Leonardo da Vinci îlham girtine.