Êvariya roja Şemiya borî Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û hevjîna xwe Amîna Erdogan beşdarî merasima daweta yek ji stêrkên herî girîng ên werzîşê yên Tirkiyê û stêrkên cîhana lîstikvaniyê bûn.
Serokomarê Tirkiyê û hevjîna xwe bûn şahidên daweta lîstikvana tirk Esra Bîlgîç, ku dilîze jina lehengê rêzefîlma Artegrel Vejînê, ji lîstikvanê futbolê Gokhan Toure ku yek ji stêrkên kluba Tirkiyê ya Beşîktaşê ye.
Di merasima ku li qiraxa Tengava Bosforê ya bi heybet hat lidarxistin, ji bilî serokomar û hevjîna wî, hejmareke mezin ji stêrkên hunerî, lîstikvan û werzişvanên mezin beşdar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Esra di Cotmeha sala 1992an de ji dayik bûye û di rêzefîlma tirkî ya navdar Ertugrul Vejîn de rola sereke Halîma ye.
Mêrê wê 25 salî ye û di destpêka sala 1992 de ji dayik bûye. Ew lîstikvanê futbolê ye li Beşîktaşê, kluba herî navdar a Tirkiyê.